STENBOL – Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Her wiha malbatên din ên girtiyên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Polat Yildirim jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Midûrtiya Saziya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Jidiyayî Tîpa F ya Imraliyê dan.