STENBOL – Buroya Hiqûqê Sedsalê diyar kir ku salek e ji miwekîlên xwe Ocalan û sê girtiyên din agahî nagire û got: “Tecrîd tê wateya tecrîda li dijî demokrasî, refah, aştî û aramiyê Tirkiyeyê.”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F’yê tên ragirtin daxuyaniyek nivîskî da. Buroya Sedsalê diyar kir ku salek e ji miwekîlên xwe Ocalan û sê girtiyên din agahî nagire û got: “Tecrîd tê wateya tecrîda li dijî demokrasî, refah, aştî û aramiyê Tirkiyeyê.”