KERKÛK – Li Herêma Şîwesûr ya Kerkûkê şahiya pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin destpê kir. Bi sedan kesên tevlî pîrozbahiyê bûn, bê navber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan.
Pîrozbahiyên Newrozê li seranserê Kurdistanê dewam dikin. Piştî pîrozbahiya Newroza Qendîlê, li Kerkûkê jî şahiya pîrozbahiyê bi coşek mezin destpê kir.
Pîrozbahî bi dirûşmeya ‘Em Newroza îsal bikin Newroza raperîn, dijî gendelî ne wekheviyê’ di saet 13:00’an destpê kir. Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûne.
Li qada pîrozbahiyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Tevgera Azadî, RJAK û rengên kesk, sor û zer hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate dadan. Li qadê bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Newroz pîroz be’ hatin qîrin.
Peyama Tevgera Azadî û Komîteya Amadekar ji aliyê Newzat Bekir ve hate xwendin. Di peyaman de Newroz li malbatên şehîdan, pêkhateyên Kerkûkê hate pîrozkirin.
Di peyaman de hate gotin: “Peyama siyasî ya Tevgera Azadî li ser pêkvejiyana hemû pêkhateyên li herêmê ye. Divê em hemû pêkhate vê Newrozê bikin Newroza aştiyê, li dijî gendelî û diziyê rawestin. Divê her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kar bike û bikeve nava tevgerê û got: “Ocalan rêberê gelan e. Rêberê mirovahiyê ye.”
Piştre hunermend Pêşawa Remezan derket ser dikê û gel li ber stranan govend gerandin. Di van kêliyan de şahiya pîrozbahiyê dewam dike, tê payîn heya danê êvarî dewam bike.