ŞEHBA – Li devera di navbera gundê Bênê û gundê Tenibê de ya navçeya Şêrawayê de mayînek teqiya. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Behrî Hemade (35) û zarokê bi navê Behrî Mihemed ê (8) ku pezên xwe diçêrandin jiyana xwe ji dest da. Her wiha 20 mih telef bûn.