FRANKFÛRT – Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, li dijî qedexeya PKK’ê kampanyaya îmzeyan didome.
Standa îmzeyan û agahdarkirinê ya ku her roja Şemiyê li navenda bajêr tê danîn rastî eleqeyek mezin hat.
Çalakiya standê ya ku ji ber pîrozbahiya Newrozê ya li bajêr hefteyekê hatibû rawestandin, tê plankirin ku heta meha Îlonê bê navber berdewam bike û bi qasî ku xwe bigihînin mirovan birêve biçe.
Bi vê boneyê xebatkarên DKTM-Frankfurtê bang li gelê Kurdistanê bi taybetî jî li ciwanên li Frankfûrt û derdora wê dijîn kirin û ji wan xwestin ku li hemberî vê xebata herî girîng berpirsiyarî bigirin û xwedî lê derkevin.
Bi dirêjahiya çalakiya standê lêxistina muzîka Kurdî, rengên Kurdî, daliqandina pankartên agahdarkirinê yên derbarê qedexeyan de, bi domdarî bala rêwiyên ciwan ên hawîrdorê dikişîne.