PARÎS – Zehra Saglam (Bêrîtan Kaya) ku di 24’ê Adara 2019’an de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtîgeha Erziromê çalakiya fedayî pêk anî, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Vîlleneûve li banliyoya Vîlleneûve ya bajarê Parîsê ya Fransayê bi merasîmekê hat bîranîn.
Di merasîmê de ji bo bîranîna Zehra Sağlam, quncikek bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hat vekirin.
Birayê Zehra Saglam Metîn Saglam, ji Komîsyona Malbatên Şehîdan Mehmet Hanîfî Demîr û li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Fransayê Celîl Akdogan her yekî axaftinek kirin.
Mehmet Henîfî Demîr ku axaftina yekemîn kir got, “3 hezar û 300 hevalên Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêbertî dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre dest bi rojiya mirinê kirin. Di vê pêvajoyê de 8 hevalan çalakiya fedayî pêk anîn. Heval Zehra jî yek ji wan bû. Hemû milîtanên PKK’ê fedakar in. Di dîroka Kurdistanê de gelek qurbanî hene. Em li kû dibin bila bibin, pêwîst e vê berxwedanê mezin bikin û bi serketinê tacîdar bikin.”
Li aliyê din Metîn Sağlam behsa xwişka xwe Zehrayê kir û wiha got: “Piştî 4 birayan Zehra keça yekem e ku hatiye dinyayê û malbat ji ber wê kêfxweş bibû. Di malbatê de jê re Zelal digotin. Zelal tê wateya paqij, pak û zelal. Wê ji avantajên ku keçek tenê bû û hem jî xwedî 4 birayan bû; pir dihat hezkirin û qedirgirtin. Zelal mîna ava kaniyên serê çiyayên rûheyv zelal bû. Heqîqeta ku di malbatê de jê dihat hezkirin, ew dilşikestî nedikir, berevajî vê yekê, ji temenê xwe bêtir gihîştî û mirovekî bi feraset a tije hezkirin û têgihîştî lê kiribû. Bavê wê qet destûr neda ku birayên wê dem bi dem hewl bidin serdestiya xwe li ser Zelalê çêbikin û mîna dîwarekî li ber wan radiwesta û parastina Zelalê dikir. Di encamê de Zelal li cihê ku lê bû, bû. Ez soza mezinkirina têkoşîna wê didim.”
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Fransayê Celîl Akdogan axivî û diyar kir ku wan baweriya xwe bi şehîdan girtine û wiha axaftina xwe domand: “Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr serî li ber çewisandinan netewandin. Ji ber vê yekê bi milyonan Kurd bi bawerî dimeşin. Carinan dibe ku em gavên dûr û kurt bavêjin, lê kes nikare me tune bihesibîne. Em hemû vê bawerî û hêviyê ji şehîdan digirin. Serketin ya me ye. Şehîd pêşengên me ne. Felsefeya Rêbertiyê wê me bigihîne ronahiyê.”
Bîranîna ku dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” lê hatin berzkirin, bi nîşandayina sînevîzyona derbarê jiyana têkoşînî ya Zehra Sağlam ve bi dawî bû.