NAVENDA NÛÇEYAN – SOHR ‘ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê yên li “Foca 46” a rojavayê Helebê, bi moşekan panzêreke artêşa Tirk a dagirker kir hedef, di encamê de panzer hate şewitandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li Foca 46`an a rojavayê Helebê, bi moşekan panzêreke artêşa Tirk a dagirker dema li derdora bajarokê Kefernoran ê rojavayê Helebê bû, kir hedef. Di encamê de panzêr şewitî û leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.
23`yê Adarê hêzên artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir, di encamê de du leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.