AMÛDÊ – Bi wesîleya salvegera 36’an a Hefteya Lehengiyê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê meşek li dar xist.
Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêberê Gelan Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatin hildan. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.
Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin.
Di dawiyê de qeydeke deng li ser jiyana şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate guhdarkirin.