BEHDÎNAN – Gerîla TV bi sernavê “Hêzên me teknîka dijmin têk birin” dîmenê droneyekê ya hatiye xistin, weşand.
Di dîmen de, yek ji du gerîlayên li ber droneyê sekinîne dibêje, “Ya dewleta Tirk a dagirker e.”
Gerîla anî ziman ku dewleta Tirk pişta xwe spartiye balafirên keşfê û got, “Me beriya niha gelek caran destnîşan kir ku teknîka dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bêbandor e.”
Gerîla diyar kir ku dewleta Tirk salên dawî bi dehan balafirên bêmirov li qadên gerîla bi kar anî û got, “Ti teknîk û teknolojî li hemberî gerîla nikare bibe asteng. Em dixwazin vê yekê careke din destnîşan bikin; eger balafirên keşfê yên dewleta Tirk hebe, ê me jî fikrê me yê şer heye. Ti tişt li pêşiya gerîla nikare bibe asteng.”
Di dîmen de tê dîtin ku gerîlayek jî parçeyên droneyê yek bi yek jê dixe û dide naskirin.