AMED – Di berxwedanên ku di sala 2006’an de li Amedê dest pê kiribûn û li bajêrên din jî berbelav bûyîn de 6 jê zarok bi giştî 14 kes ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin. Tu kes ji ber vê komkujiyê nehat darizandin û di nava van 16 salên dawî de dewletê rê li ber gelek kuştinên din vekir.
Serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, di 1’ê nîsana sala 2006’an de got; “Zarok jî be jin jî be, hêzên ewlekariyê dê tişta pêwîst bikin.” Ev gotina Erdogan, bû yek ji gavên ewil ên avakirina rejîma totalîter-despotîk.
Di destpêka salên 2000’î de Tirkiye di nava qeyraneke giran a aboriyê de bû. Di serdemeke wiha de, AKP di 14’ê tebaxa sala 2011’an de hate damezirandin. Gelên Tirkiyeyê di nava lêgerînên nû de bû û AKP’ê jî bi sozên Qanûneke Bingehîn a nû, bi pergaleke demokratîk û endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) dengê gel wergirt û di hilbijartinên giştî yên 3’yê mijdara sala 2002’yan de bû desthilatdar. Her çend ku partiya wî bibe desthilatdar jî, qedexeya siyasetê ji bo Erdogan hebû. Di 22’yê kanûna sala 2002’yan de Erdogan dema diçû serdana Moskovê, karkerekî kurd jê re got “Pirsgirêka kurd çareser bikin da ku êdî ev êş bes bên jiyîn.” Li ser vê gotinê, Erdogan bi vê bersivê nêzikatiya xwe ya li hemberî pirsgirêka kurd nîşan dida: “Divê tu bawer nekî ku pirsgirêkeke wiha heye. Divê tu wisa bawer bikî ku ev pirsgirêk nîne. Heke tu bibêjî pirsgirêk heye, wê demê ev yek dibe pirsgirêk. Lê heke tu bibêjî pirsgirêk nîne, wê demê ev pirsgirêk jî ji holê radibe. Em dibêjin ku pirsgirêkeke wiha nîne.”
ENQERE XWEDÎ LI FAÎLAN DERKET
Di sala 2005’an de Erdogan berê xwe da Amedê û got; “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka min e” lê belê salek piştî vê axaftinê, 6 jê zarok bi giştî 14 kes di dema çalakiyên berxwedanên 28’ê Adarê de ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin qetilkirin. Erdogan jî bi gotinên xwe yên li jor re xwedî li cînayetkaran derket.
ÇI QEWIMÎ?
Di 24’ê adara sala 2006’an de di encama operasyona leşkerî ya hêzên artêşa Tirkiyeyê ya li dijî çoltara Zozanên Şênê ya Mûşê de, 14 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê jî li seranserî bajarê Amedê protesto dest pê kirin. Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah ku di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hatibû girtin û anîbûn Tirkiyeyê, PKK’ê agirbest ragihandibû. Lê belê tevî hewldanê jî AKP’ê tu gav neavêtin û li ser vê yekê di sala 2004’an de ev agirbest bi dawî bû. Di nava serdemekî wiha de hinek agahî hatin parvekirin ku 14 PKK’î di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hatine kuştin û vê jî li bakurê Kurdistanê rê li ber înfîalê vekir.
Di nava rewşeke wiha de ji bo definkirinê cenazeyên 4 PKK’iyan anîn Amedê. Di dema definkirina cenazeyan de balafirên F-16 li ser goristanê nizim firiyan û gel jî li hemberî vê kiryarê dest bi meşê kir. Dema ku girse li ber Qereqola Polîsan a 10 Nîsanê ya Rezan a Amedê re derbas dibû, polîsan êrişî girseyê kir. Vê jî rê li ber çalakiyên mezin vekir û protesto li seranserî bajêr berbelav bûn. Her çiqas Rewşa Awarte (OHAL) hatibe rakirin jî, wesayîtên bizirx li navenda bajêr hatin bicihkirin û bi vê yekê re dîsa dîmenên darbeyê derketin holê. Di çalakiyan de hêzên ewlekariyê gule li gel reşandin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Vê jî kir ku protesto hêj mezintir bibin û rê li ber “serhildan” a gel vekir.
YÊ HERÎ BIÇÛK 3 Û YÊ HERÎ PÎR 78 SALÎ BÛ
Protestoyên ku li Amedê dest pê kirin û ji 1’ê nîsanê ve li bajêrên din berbelavbûyîn, nêzî hefteyekê domiyan. Di nava vê hefteyekê de 6 zarok bi giştî 14 kes hatin qetilkirin. Kesên ku di van protestoyan de ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine qetilkirin ev in: “Fatîh Tekîn (3), Enes Ata (6), Îsmaîl Erkek (8), Abdullah Duran (9), Mehmet Akbulut (17), Mahsun Mizrak (17), Emrah Fîdan (18), Mehmet Işikçi (20), Mehmet Siddik Onder (22), Tarik Atakaya (23), Îlyaş Aktaş (24), Mûstafa Eryilmaz (25), Ahmet Araç (27) û Halîl Sogut (78).”
DI NAV DE ROJNAMEGER JÎ HEBÛN
Ji kesên hatine qetilkirin ê herî biçûk Fatîh Tekîn ê 3 salî bû. Tekîn dema li şaneşîna malê ji xwe re dilîst, ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate qetilkirin. Halît Sogut jî 78 salî bû û di dema çalakiyan de li naverasta kolanê bi lêdanê hate qetilkirin. Her wiha ji kesên hatine qetilkirin yek jî nûçegihanê Rojnameya Devrîmî Demokrasiyê Îlyas Aktaş bû.
BI SEDAN KES BIRÎNDAR BÛN Û 382 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di nîşeya agahiyê ya Walîtiya Amedê de hat destnîşankirin ku di çalakiyên 28-31’ê adarê de 161 sivîl û 199 karmendên hêzên ewlekariyê birîndar bûne. Lê têkildarî mijarê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 6’ê nîsana sala 2006’an de raporek weşand û ev agahî parve kirin: “Her çend ku hejmareke zelal nehatibe diyarkirin jî, tenê di roja ewil a bûyeran de nêzî 200 kesan birîndar bûn. Di dema bûyeran de 543 kes hatin binçavkirin û 91 jê zarok bi giştî 382 kes hatin girtin.”
TENÊ JI BO DU KESAN LÊPIRSÎN VEKIRIN
Di gelek raporên wê demê ji bo van bûyeran û bûyerên vî rengî hatine amadekirin de hat gotin ku di dema binçavkirinê de îşkence li zarokan hatiye kirin. Kesên ku xizmên wan hatine kuştin û yên ku bi birîndarî hatine binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin, serî li Baroya Amedê û ÎHD’ê dan û ji bo ku lêpirsîna îdarî bê destpêkirin, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kirin. Her wiha ji bo ku Walîtiya Amedê lêpirsîneke îdarî ya cuda veke, serî li wir jî dan. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tenê ji bo Enes Ata (8) û Mahsum Mizrak (14) ku fîşekên xazê li serê wan ketibûn û hatibûn qetilkirin du lêpirsînên cuda vekirin.
Di lêpirsîna ji bo Mahsûm Mizrak de ku karmendên polîs ên bi navên B.O., H.A. û N.O. weke gumanbar hatibûn destnîşankirin, dozgeriyê ji Walîtiya Amedê destûra lêpirsînê xwest. Lê belê walîtiyê bi hinceta “peywira xwe pêk anîne” nehêla ku dozger lêpirsînê bide destpêkirin. Li ser vê yekê parêzeran li Dadgeha Dadî ya Herêmê ya Amedê îtîraz kir û walîtî neçar ma ku ji vê biryara xwe vegere. Dozgeriyê sê sal piştre anku di sala 2009’an de bi sedema “bi zanebûn rê li ber mirinê vekirine” doz vekir û xwest ku cezayê heta heta yê hefsê li her sê polîsan bê birîn. Doz, di sala 2010’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Piştre jî îdianameya derheqê Enes Ata de hatibû amadekirin, di sala 2013’an de bi dosyeya Mahsûm Mizrak re hate yekkirin.
YEK BI YEK HEMÛ DELÎL TUNE KIRIN
Xemsariya di dema qetilkirina welatiyan de hatibû kirin, di pêvajoya darizandinê de jî bi skandalên li pey hev berdewam kir. Ji ewil hat tespîtkirin ku fîşeka bombeavêjê ya di kiloxê Mizrak de hatibû dîtin, li cihê emaneta edlî hat guherandin û li şûna wê fîşekeke tifinga nêçîrê hat bicihkirin. Di demên piştre jî fîşeka bûye sedema mirina Enes Ata li emniyetê winda bû! Piştre jî cil û bergên di dema qetilkirina Ata de li ser bûn û axaftinên polîsan ên di roja bûyerê de li ser bêtêlê hatibûn kirin jî bêyî biryara dadgehê hatin tunekirin. Bi vê yekê re delîlên ku ji bo pêvajoya darizandinê dihatin bikaranîn yek bi yek ji holê hatin rakirin.
Ji ber tunekirina delîlan, parêzeran serlêdana sûc kir lê belê ev serlêdan demek piştre bi biryarên neşopandinê biencam bûn. Di dema darizandinê de malbata Mizrak serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di sala 2016’an de bi sedemên “binpêkirina mafê jiyanê” û “lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin”, ceza da Tirkiyeyê ku tazmînatê bide malbata Mizrak.
FAÎLAN BERAET KIR
Tevî biryara DMME’yê û tevî ku delîlên di dosyayê de hatibûn tunekirin jî, dadgehê di sala 2018’an de bi hinceta “delîlên têrker nehatine dîtin”, derheqê her sê polîsan de biryara beraetê da. Parêzeran li Dadgeha Îstînafê îtîraz kir û biryar hate xerakirin. Li ser vê yekê doz dîsa dest pê kir lê belê tiştek neguherî û bi heman hincetê biryara beraetê hate dayîn.
MIRINÊN NÛ LÊ ZÊDE BÛN
“Polîtîkaya bêcezakirinê” ya ku di dema dozên cînayeta Enes Ata û Mahsûm Mizrak de êdî berbiçav bûbû, kir ku hêzên ewlekariyê piştî protestoyên 28’ê Adarê hîn bêhtir kesan bikujin û cisareteke mezin da hêzên ewlekariyê.
Baran Tursun, di sala 2007’an de li îzmîrê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya “bisekine” ya polîsan, hatibû gulebarankirin û qetilkirin. Li gorî daneyên Weqfa Baran Tursun, di navbera salên 2007-2021’ê de 410 kesan di encama tundiya hêzên ewlekariyê de jiyana xwe ji dest dan.
CÎNAYETÊN ‘HIQUQÎ’
Di fiqreya yekemîn a xala 16’an a Qanûna Peywir û Karbidestî ya Polîsan (PVSK) de wiha tê gotin: “Di dema bi cih anîna peywira xwe de heke li dijî polîsan berxwedan bê raberkirin, peywira polîsan heye ku ji bo şikandina vê berxwedanê bi rengekî bipîvan zorê bi kar bînin.” Lê ev rayeye bi niyeteke xerab hate bikaranîn. Yek ji mînakên vê ya herî şênber jî qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurt ê 23 salî bû ku di 21’ê Adara sala 2017’an de li Qada Newrozê ya Amedê dema dixwest bikeve qadê ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Cînayet, li pêşiya çavên hemû kesî hate kirin û wêneyên wê hatibûn kişandin. Bi sedema “bi zanebûn kuştiye”, derheqê polîsê kujer Yakup Şenocak de doz hatibû vekirin. Lê belê kujer Şenocak ji vê dozê beraet kir. Parêzeran îtîrazî vê biryarê kir û li ser vê yekê 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Dadî ya Herêmê ya Amedê dîsa li dosyayê nihêrt. Lê dadgehê di sibata par de ev îdiaya sosret kir: “Bersûc, di çarçoveya sînorên qanûnî de peywira xwe pêk aniye. Sûcê ku pê tê tawanbarkirin jî li dijî hiqûqê ye.” Bi vê biryara xwe xwest ku dadgeha herêmî sedema biryara xwe li gorî vê biryarê bide û biryar xera kir.
ÇAVKANÎ: MA