NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî SOHR’ê hêzên hikumeta Şamê baregehên leşkerî yên artêşa Tirk ên li herêmên Mikilbês û Şêx Silêman topbaran kirin. Heman çavkaniyê ragihand ku du leşkerên Tirk birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê du baregehên artêşa Tirk ên li herêmên Mikilbês û Şêx Silêman topbaran kirin. Di encamê de du leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.
Derdora bajaroka Mearet Nasan ya dikeve Bakurê Idlibê jî ji aliyê balafirek Rûsyayê ve hate bombebaran kirin. Herwiha balafirên kefşê yên Rûsyayê li ser herêma Idlibê jî digerin.
Dezgehên ragihandinê yên li herêmê daxuyand ku di encama topbaranê de, baregeha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam “Cebhet El-Nusra ya berê” hate ruxandin.
Hêjayî gotinê ye 15`ê Adarê balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Şenan ku nuqteyeke leşkerî ya artêşa Tirk lê heye, topbaran kir.