NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Îbrahîm re dixwazin, bejna xwe li hemberî fedekariyên şehîdên me yên leheng ditewînin ku di oxira parastina gelê xwe berdêlên giranbuha dane. Em teqez dikin ku em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta ku li tevahî herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehî û aştî misoger bibe.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Îbrahîm Omer
Navê bav: Mihemed
Navê dayikê: Xelfa
Cih û dîroka tevlêbûnê: Qenaya Kobanê 8-10-2018
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-28-3-2022