BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt diyar kir:
“Di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de, artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwar û di 28’ê Adarê de bi şev neçar ma ku li Kela Bedewê ya herêma Zapê hêzên xwe bi helîkopterê biguherîne. Hêzên me taktîkên gerîlatiya serdema nû bi xurtî bi kar tîne û wê çalakiyên hêzên me bênavber bidome.
Di 28’ê Adarê de saet di 11.30’an de qada Werxelê ya Avaşînê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di 28’ê Adarê de saet di 11.20’an de derdora Çemê Lolanê ya Xakurkê 2 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di 28’ê Adarê de saet di navbera 20.00 û 21.00’an de li qada Mervanos a herêma Avaşînê helîkopter geriyane. Di heman saetan de qada Banistayê bi helîkopterên êrişê hatine bomberdûmankirin.”