WAN – Ji 4 ciwanên ku li Wanê rastî îşkenceya polîsan hatin 3 kes bi hinceta “li hemberî polîsan li ber xwe didin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Yakup Pekel, Ersîn Pekel, Mahmut Balikçi û Cîhan Şakar ên ku di 20’ê Adarê de li Taxa Hacibekir (Xaçort) ya Wanê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin, 9 roj şûnde sewqî dadgehê hatin kirin.
3 CIWAN HATIN GIRTIN
Ciwanên ku duh danê êvarê sewqî edliyeyê hatin kirin, piştî karên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dadgehê bi hinceta ku Ersîn Pekel ji 18 salî biçûktir e bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan û Yakup Pekel, Mahmut Balikçi û Cîhan Şakar jî hatin girtin.
Şakar, Pekel û Balikçi yên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.