NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemenî ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ`ê yên duh li kampa Holê daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Duşemê bi şev, li kampa Holê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê êrişî dewriyeyeke hêzên me kir. Di encamê de şer rû da, çeteyek hatin kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn.
Hêzên me ji bo parastina zarokên di nav kampê de bi baldarî tevgeriya û çete ku xwe di nav malbatan de veşartibûn kirin hedef.
Her wiha hêzên me beşên din dorpêç kirin da ku çeteyên din ên şaneyê nerevin.”