QAMIŞLO – Bi boneya nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Şilêr a Zarokan tevî zarokên komîna şehîd Xebat a li taxa Hilêliyê îro dest bi hemleya paqijkirina baxçeya Rêbere Gelan Abdullah Ocalan li taxa Hilêliyê kir, ji bo ku çanda paqijiyê di nava civakê de xurtir bibe.
Zarok li baxçeyê kom bûn û Komîteya Şilêr lepik û maske li ser wan belav kirin û dest bi hemleya xwe kirin.
Têkildarî Mijarê, rêvebereke Komîteya Şilêr a Zarokan Cûlya Xilo axivî û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir.
Cûlya Xilo çalakiyên din ên bi boneya 4’ê Nîsanê eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Em ê di rojên pêş de li ser asta herêma Cizîrê dest bi hemleya çandina daran bikin.”