MÊRDÎN – Dewleta Tirk a dagirker danê êvarî li deverê Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê êrîşa leşkerî dest pê kir. Hat diyarkirin ku bi sedan leşker tevlî êrîşê bûne û li herêmê kozik çêkirine. Her wiha hat ragihandin leşker ketine gundê Marînê jî û piştî wextekê ji gund derketine.
Hat diyarkirin ku heya niha li herêmê tu pevçûn rû nedane.