HEWLÊR – Baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ya li bajarokê Beşîka, bi mûşekan hate hedef girtin. 2 mûşek li nav baregehê ketin. Ya balkêş, ne Tirkiye, lê PDK li ser êrişê daxuyanî da.
Duh bi şev baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ya li nêzî gundê Darwîş ya ser bi bajarokê Beşîka ya ser bi Musilê, bi mûşekan hate hedef girtin.
Li gorî agahiyan 5 mûşek avêtine baregehê, ji wan 2 mûşek li nava baregehê ketine. Lê heya niha derbarê ziyanan de ti agahî nehatiye bidestxistin.
Ne Tirk, PDK’ê daxuyanî da
Balkêşe ku li şûna dewleta Tirk daxuyanî bide, PDK daxuyaniyan dide.
Dije Terora PDK’ê bi daxuyaniyek nivîskî da zanîn 5 mûşek avêtine baregehê, 2 mûşek li nava baregehê ketiye, lê tiştek bi kesê nehatiye.
Hêjayî gotinê di sala 2022’an de cara sêyeme baregeha dewleta Tirk a dagirker ya li Beşîkayê tê topbaran kirin. Di sala 2021’an de jî 6 caran hatibû topbaran kirin.