AMED – Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên rojbûna 73’an a Ocalan civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran li civînê axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 23 sal in bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye. Zekî Baran bal kişand ser rola Rêber Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Di Newroza 2013’an de bi nameya Birêz Ocalan re bi milyonan kesî berê xwe dan qadên Newrozê û nîşan da ku ew li pişt nexşeya wî ya rê ye. Piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan maseya mutabaqatê qeliband, li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyeke tarî dest pê kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên şer û darbeyê ji nû ve xiste dewrê.”