KOBANÊ – Li Kobanê provokasyona qirêj a Rûsan.
Nîşana tîpa Z ya ku Rûsan di êrîşa Ûkraynayê de bikar anîn li Kobanê hat dîtin.
Di dema dewriyeyên Rûsya û Tirkiyeyê yên li bajarê Kobanê de nîşana tîpa Z a li ser wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê bal kişand.
Welatiyên herêmê destnîşan kirin ku ev peyam û zîhniyeta dagirkeriyê ye û gotin ku ferq nake Rûs an Tirk bin, divê berxwedana gelê Kobanê ya li hemberî vê zîhniyetê ji bîranînên wan neyê paqijkirin.
Ciwanekî ku me nêrîna wî pirsî, got ku, “Ev der Rojava ye, her kes wê cihê xwe bizane. Em amade ne ku her êrîşeke dagirkeriyê pûç bikin.”