GIRKÊ LEGÊ – Bi nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ya kantona Qamişloyê, îro şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.
Zarokên şehîdan û malbatên wan tev li şahiyê bûn. Meclisê kincên li ser wê wêneya rêber Abdullah Ocalan heye belav kirin.
Piştre sînevizyonek têkildarî axaftina rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan. Dûre endamên meclisê şêranî li beşdaran belav kir.