PARÎS – Bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya operasyona “Werin Cenga Azadiyê” de li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê meşek bi meşaleyan hat lidarxistin.
Di meşa ku saet 19:00’an destpê kir de ciwanan gelek caran bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, “Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em hemû PKK ne” û “Bijî berxwedana gerîla” berzkirin û ji îstasyona trenê ya Vîllîers Le Bel heta Navenda Civaka Kurd meşiyan.
Meş nêzî saetekê dom kir. Piştre ciwanan daxuyanî dan û gotin, “Roj, roja azadiya Rêbertî ye; Divê em hemû li qadan bin. Heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe em ê qadan terk nekin.”