BEHDÎNAN – Li herêma Biradost artêşa Tirk a agirker îro ket 4 gundan û gef li şêniyên wan gund kirin, hîn di wan gundan de ye.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, îro danê sibehê hejmarek leşkerên artêşa Tirk a dagirker ketine gundên Xelîfan, Lêlkan, Helkêla û Kunele yên ser bi bajaroka Sîdekan a ser bi Soran a Hewlêrê ku dikevin herêma Biradostê. Leşkerên Tirk li gel şêniyên wan gundan civiyane.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hejmara leşkeran nêzî 100 kesane û niha di nava wan gundan de digerîn û li gel şêniyên gund diaxivin.
Li gorî haman çavkaniyan, leşkerên Tirk gef li şêniyên wan gundan kiriye ku nabe li wan herêma metirsî li ser baregehên wan çêbibe.