NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ‘tavilê hevdîtinê’ bikin, 22’ê Mijdara 2021’ê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.
Heman rojê bersiv ji parêzeran re hate dayin û eşkere bû ku li hemberî Rêber Abdullah Ocalan du caran qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn.
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya parêzeran red kir û qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a 12’ê Cotmehê weke hincet nîşan da. Dadgeriyê serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtinê red kir û biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê ya 18’ê Tebaxê weke hincet nîşan da ku bi 3 mehan serdan hatiye qedexekirin.
Tevî ku qedexeya 18’ê Mijdara 2021’ê ya li ser serdana malbatê bi dawî bû jî, ji ber ku serlêdanên ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin bêbersiv hatin hiştin, parêzeran 28’ê Adarê careke din serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku astengiyên li pêşiya serdana malbatan bê rakirin û hevdîtina malbatê bê kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgeriyê 29’ê Adarê bersiv da serlêdana parêzeran û serlêdan red kir. Ji bo hincetê jî diyar kir ku cezayekî dîsîplînê li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn, lewma hevdîtin nikare bê kirin.
Di biryara redkirinê ya dadger de hate gotin, “Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê 3’ê Sibata 2022’an cezayê dîsîplînê ji bo bêparhiştina serdana malbatê ya 3 mehan da û biryar di 21’ê Sibatê de misoger bû. Lewma serlêdan hemû bi vê hincetê hate redkirin.”
Bi redkirina serlêdanê re ev yek bû cezayê dîsîplînê yê 10’emîn ku ji sala 2018’an û vir ve li pêşiya hevdîtinên malbatan weke asteng tên nîşandan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî redkirina serlêdanê, li biryara Dadgeriya Înfazê û cezayê dîsîplînê îtiraz kir.
Serlêdana Çuyina Îmraliyê
Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.