NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand û diyar kir ku teqîna li Tirbêspiyê ji ber êrişa dewleta Tirk pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
“Droneyeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Hasûde li wesayîtekê da. Di vê wesayîtê de 3 kes hebûn, kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.
Em vê êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila pêşiya van êrişên dewleta Tirk bigirin.”