FARQÎN – Çalakiyên 4’ê Nîsanê yên bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dikin. Li çalakî û şahiyên ku bi rojan dest pê kiribûn yek nû hat zêdekirin. DGH’ê li navçeya Amed Farqînê gelek çalakî li dar xist û got ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azadiya me ye.
DGH’ê da zanîn ku wan bi EYP’ê ve bi wesîleya 4’ê Nîsanê çalakiyek li dar xistiye û li dijî tiryakfiroş û cerdevanên ku xizmetkarên dewleta Tirk a dagirker in kirine hedef.
DGH’ ê der barê çalakiyan de ev agahî parve kir:
– 29’ê Adarê danê êvarê saet di 20.30’an de 2 teqemenî li baxçeyê qada rez a Farqînê avêtin firoşkarên tiryakê.
– 31’ê Adarê saet 22.00’an êvarê li navçeya Tekelê ya Farqînê bombeyek avêtin baxçeyê Zîraatê ya ku tiryakfiroş tê de bun, ji bo hişyariyê bidin wan.
– Şeva 31’ê Adarê saet 01.00’an de bombeyek bi parçe avêtin cerdevanên cerdevaniya Parka Kaniya Navîn dikirin.