KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê bi arebeyan çalakiyeke li darxistin.
Îro Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Kobanê çalakiyeke bi arebeyan ji bajarê Kobanê heya gundê Rêber Apo El-Pelûr li dar xistin. Di gundê ku Rêber Apo lê dima de pêşengeheke wêneyan hate vekirin, di pêşengehê de wêneyên Rêber Apo hatin pêşkêş kirin.
Di mala ku Rêber Apo tê de dima, ji aliyê jinên ciwan û gel ve hate xemilandin. Di dawiyê de li ser navê Kongra-Star Mecîda Hiso axivî û di nava axaftinên xwe de got; “Weke ku Rêber Apo li me xwedî derket, em jî xwedî lê derbikevin. Em jî heya dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan heya dawiyê têkoşîn bikin.”
Bi siloganên “Bijî Serok Apo” çalakiya jinên ciwan bi dawî bû.