AMED – Li gundê Heyderîka bi ser navçeya Hezroya Amedê ve polîsan serê sibê avêt ser malan. Serdegirtin saet di 04.00’an de pêk hat.
Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û pişt re Kamûran Ceylan, Huseyîn Aslan û Suleyman Dolan kirin binçavan. Hêceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn û wan birin Midûriyeta Polîsan a Hezroyê.