KOBANÊ – Civîn li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kobanê hate lidarxistin û tê de endamên Koma Werzîşê ya Berxwedan a herêma Firatê amade bûn.
Piştre hevserokê Meclisa Ciwanên PYD’ê a herêma Firatê Mistefa Mihemed Sedîq got: “Paqijiya civakê ne tenê bi paqijkirina kolanan e, lê bi paqijiya mejî û raman e û em di van demên dawî de dibînin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet hewl dide madeyên hişbirê di nav ciwanan de belav bike, ji ber vê yekê di em planên wan têk bibin.”
Mistefa Mihemed Sedîq wiha dom kir: “Divê em herêmên xwe ji wan kesên ku bi pereyan îxanetê li gelê xwe dikin û piştgiriya dijmin dikin, paqij bikin.”
Mistefa Mihemed Sedîq wiha lê zêde kir: “Yê ku civakê ava dike gel e, ji ber vê yekê erka me ye ku em welatê xwe biparêzin û ji aliyê fikrî ve paqij bikin û bi rêya civînan wan kesên ku madeyên hişbirê bi kar tînin, rêya rast ji bo wan nîşan bikin da ku civakek azad ava bikin.”
Ev hemle di 18’ê Adarê de li gundên Kobanê dest pê kir ku biryar e di 1’ê Gulanê de bi dawî bibe.