HESEKÊ – Festivala Ciwanên Şoreşger ya Tîrêjên Rojê roja xwe ya siyemîn li Hesekê derbaskir.
Festivala Tîrêjên Rojê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger îro li bajarê Hesekê bû. Festîval bi tevlîbûna dehan ciwanên kantona Hesekê hate pêkanîn.
Festîvalê ji bo giyana şehîdên şoreşê deqekî rêzgirtinê ve destpê kir. Axaftina destpêke li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mîdya Ebdelrehman kir. Midya axaftina xwe de diyar kir ku ewên wek Tevgera Ciwanên Şoreşger bir her awayê parastina welatê xwe bikin û heta ku Rêber Apo azad bibe ewên berxwe bidin.
Berdewama festîvalê de komên sitran, şano û dîlanê hunerên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de xelat li wan hatin belavkirin.
Şêniyên heremê eleqeke mezin nîşanê festîvalê dan. Ciwanan timÛtim siloganên “Bijî Serok Apo” avêtin.