NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Tirk ên dagirker li Kurdistanê nikarin li hemberî gerîla bisekinin. Artêşa Tirk a dagirker ku her roj gelek windahiyan dide, sedema mirina leşkerên xwe yên ji ber sedemên cuda ji aliyê gerîla ve hatine cezakirin, eşkere dike.
Li gel ku heta niha gelek caran di nava artêşa Tirk de şêwazên mirinê yên wekî krîza dil, qeza û xwekuştinê dihatin dayîn, “xeniqîna di avê de” li van hat zêdekirin.
Herî dawî dema ku hat ragihandin ku Tîmên Piyade Abdullah Kûrşat Kupşen li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di çemê Derecikê (Rubarok) de xeniqîn, li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtin, hat îdiakirin ku di cesedê leşkerê ku cenazeyê wî hat dîtin de şopên guleyan hene.