NAVENDA NÛÇEYAN –
Rojbûna lêgervanê azadiyê, heqîqet û hebûna efsûnnawî Rêber Apo, di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundekê ku bêhna ked û jiyana xwedawendan ji wir dihat, li dora dayîka pîroz, bû heyînek civakî û bi rojbûna xwe re dîrokek ji nû ve vejiyandî. Her zindiyek hebûneke, her hebûnek jî bi serê xwe nasnameyeke, her nasnameyek jî dibe tendika gerdûnê. Zayîn tevî hemû êş-zor û zehmetiyên xwe jî, azara herî pîroz a jiyana dayîkê ye. Bo vê jî girînge ev dîroka ku tu carî nikare dubare bibe were naskirin. Ji ber di pêşveçûyîna civakan de, dîroka xwe naskirin û rast mêzekirina li dîrokê weke pîvanekê ye. Çawa mirov nikare bê nan û av jiyan bike, nikare hebûna xwe ya bê dîrok jî bidomîn e. Dîrok hebûna herî rast û exlaqî ya mirovane. Ji bo civakekê tişta herî şerm ku mirov dikare jê re bêje eyb pişta xwe zivirandina ji dîrokê re ye. Divê li gor vê em rastiya dîroka xwe ya tijî serhildan ji bîr nekin. Hertim di dîrokê de li ser gelê kurd komplo, leyîstokên qirêj û xapandinên bi her awayî hatine kirin, lê li ruxmî vê jî gelê kurd hertim hewldaye xwe biparêze û xwe radestî hêzên desthildar neke.
Bi taybet ev lîstokên bi vê rengî li ser jin û ciwanan herî zêde hatine pêşxistin, ji ber ku jin û ciwan pêşengên serhildana mezin ya civaka xwe ne. Her çiqasî hêza jin û ciwanan hatibe parçekirin jî, hertim di hundirê wan de çirûskên ku kes nikare vemirîne heye, ev çirûsk jî hertim ji bo serî rakirinê pêketî maye. Di jin û ciwanan de bê zanebûn be jî li hemberî hin tiştan serî rakirinek heye. Ji ber ku rewşa heyî hezim nakin. Lê di 4’ê Nîsanê de weke ku ev hêz û zanebûn ji bo jinê ji nû de avabûye, Rêber Apo hate dinê. 4’ê Nîsanê roja bûyîna Rêber Apo, ku dibe temsîla maneya ku Kurdistanî, jin û ciwan li jiyaneke azad ji dayîk bûne. Bûyîna Rêber Apo, ya ku li bajarê kevinar a xaka Mezpotamyayê li Rihayê pêkhatî weke bûyîna pêşî ye. Ji bo tevahî gelê kurd, jin û ciwanan bûye roj û dîroka şiyarbûna li azadiyê. Ji ber vê jî gelê kurd, jin û ciwan vê zayînê ji bo xwe weke roa ronesansê dibînin. Pîrozkirina vê zayîna, tê wateya ji nû ve fêmkirin meşa azadiyê ya di nava 72 salan de hatiye bicihkirin, û xwedî derketina li hemû nirxên têkoşînê, bawarî û biryardariya li azadiyê ve ye.
Rêber Apo 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara ya girêdayî Xelîfatî ji dayîk bûye. Navê dayîk û bavê Rêber Apo Uveyş û Omer e. Rêber Apo dibistana seretayî li gundê Cîbînê (1957-1962), dibistana navîn li Nizipê (Dîlok 1962-1965) û dibistana amadeyî lîseyeya pîşeyî (Enqere 1965-1969) xwandiye. Piştre li zanîngeha Stenbolê fakulteya hiqûqî dixwîne (1996-1970). Li zanîngeha Enqereyê jî fakulteya zanista siyasî dixwîne (1970-1971). Rêber Apo di sala 1969’an de dest bi karmendiyê kir, di karmendiyê de têkiliyên dewlet, civak, sazî û malbatê ve ji nêz ve dibîne û dahorandina wê dike.
Rêber Apo cara yekem di dîroka 7’ê Nîsana 1972’an de, dema ku di nava çalakiyên şermezar kirina kuştina şoreşgerên Tirk Mahîr Çayan û hevalên wî de cihê xwe digirt, hate girtin ew birin Mamakê (Enqere), li vê derê nêzî 7 mehan di zîndanê de dimîne û di dîroka 24’ê Cotmeha 1972’an derdikeve. Lê vê derê Rêber Apo ji bo avakirina partiyeke demoqrat û azadîxwaz ve dest bi hin fikaran dike. Di vê demê de Rêber Apo ji bo avabûna partiyekê du xalan diyar dike dibêje; Ji bo tevgerek bê avakirin divê serokê vê tevgerê serê wî qut nebe û ev tevger tevgereke mayînde be, xala din de jî dibêje; Divê tevgereke cuda bê avakirin. Piştî ku Rêber Apo derdikeve cara pêşî Rêheval Heqî Qerer û Kemal Pîr ve dibîne. Gotina ku cara yekem Rêber Apo ji wan re dibêje ewe “Kurdistan Mêtîngehe”. Bi vê gotinê re Rêber Apo êdî ji bo kurdistaneke serbixwe û azad dest bi