NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kenyayê Koma Projeya Rizgariya Grassroots girtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û tevlêbûna Dewleta Kenyayê di komploya navneteweyî ya li dijî rêberê Gelan şermezar kir. Nûçe Ciwan bi mamostayê Zanîngeha Cambridgê (Îngilîz) û endamê înîsiyatîfa “Aştî li Kurdistanê” Jeff Miley re li ser xebatên ku li ser welêt dimeşînin û derketina têkoşîna yekbûyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re hevpeyvînek çêkir.
Tevahiya hevpeyvînê wiha ye.
Ez Brian, ji Projeya Rizgarkirina Grassroots im û em bi semîneran rêzek perwerdehiya siyasî dikin bi semîneran behsa xwerêveberiyê dikin. Bi taybetî têkoşîna civakî ya li vir li Kenyayê ve girêdayî ye.
Têkoşîna tevgerên civakî bi têkoşînên navneteweyî re û em rêze semîneran dikin. û ji semîneran em pêşengeha wêneyan çêdikin li ser Rêber Ocalan.
Hûn dizanin, bi bingehîn ji bo perwerdekirina ciwaka Kenya ku Kenya hîn qonaxeke bindestiya emperyalîzmê de ye. Ku Ocalan li vir li Kenyayê hat revandin Bi alîkariya dewleta Kenyayê.
Bi têkiliyên MOSSAD û NATO ve komplo pêk hat. Û em vê rastiyê baş dbînin ku Dewleta Kenyayê jî berpirsiyarê
Li zextên li ser şoreşgerên ji çar aliyê cîhanê ye.
Navê min Felista Wambui ye. Ji rêxistina Dayikên Ciwan a Kasarînê. Ji ber ku em wek rêxistin li vir in Em dixwazin jin û dayikên ciwan azad bikin. Armanca me şikandina pêşdaraziyê ye.
Em li hember vê têdikoşin. Di vê tekoşînê de em çeperên herî li pêş in. Em dikarin hemû jinan ji vê zihniyetê rizgar bikin. Em li Kasarini, Nairobi, Di rêxistina me de 104 dayikên ciwan hene.
Em ne hemî dayik in, lê hemî dayikên ciwan in.
Navê min Mitch e. Ez li ser nave rêxistina “Simplicity” li vi rim.
Em edaleta ekolojîk a civakî jî dixwînin Li vir em di bin komeleya “Bêbihîstî” de ne.
Em pêşketina siyasî, aborî û civakî dikin û em ji bo azadiya Ocalan ji bo vê civakê li vir in.
Ji bo ku edalet ji bo her kesî serwer be Em ê ji bo edaletê bi ser bikevin, divê edalet bi ser bikeve.
Li dijî kapîtalîzmê, divê em sosyalîst bin Em çi bikin jî, ya girîng ew e.
Divê em ji bo beşdariya aborî ya civakî baştir kar bikin. û her tiştê ku em li vê dinyayê dikin,
divê em bi hev re bikin û hev re parvebikin. Û wekheviyê ve em ê bi ser bikevin.
Em ji hemûyan re dibêjin ku vê vîdyoyê bibînin, spas ji we re em ê berdewam bikin. Ya ku em dibêjin ev e
Ji Ocalan re azadî!