ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Şehbayê ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dar çandin.
Îro yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gundê Tilsosinê li Parka Serokatî dar çandin. Diyarî rojbûna Rêber Apo kirin. Jinên ciwan bi girtina dîlan û avêtina siloganan ve çalakiya xwe bi dawî kirin.
Herî dawî Rojbûna Rêberê Gelan li tevahî mirovahiyê hate pîroz kirin.