STENBOL – Bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan faliyet û çalakiyên ku bi rojan berê li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê dabûn destpêkirin îro jî dewam kirin.
Ciwanên welatparêz bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Taxa Nurtepe ya navçeya Kagîthane ya Stenbolê bi meşaleyan meşiyan.
Ciwanên welatparêz ku pankarta “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok Apo” hildan, diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê kolan bi kolan, tax bi tax qîr bikin û bang li her kesî kirin ku li cihê ku lê bin bikevin nava liv û tevgerê.
Ciwanên welatparêz di meşê de gelek caran bê navber siloganên “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Bibe Serok Jiyan Nabe”, “Silav, silav, hezar silav ji Îmraliyê re” berz kirin.