MÊRDÎN – 4’ê Nîsanê Gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd ku rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan weke rojbûna xwe dihesibînin, weke her sal îsal jî beriya bi rojan dest bi pîrozbahî û çalakiyan kirin.
Ciwan û jinên ciwan bi pêşengiya pîrozbahî û çalakiyên li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê tên lidarxistin, dikin. Ciwan û jinên ciwan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşînê li her qadê nîşan dan, bang li her kesî kirin ku berxwedanê bikin.
Li Mêrdînê şahiyek din ji aliyê ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên welatparêz ve hate lidarxistin. Ciwanên welatparêz û jina ciwan a welatparêz li gelek deverên Mêrdînê xebatên nivîs û pankartan kirin. Di xebatan de nivîsên “Be Serok Jîyan Nabe”, Rojbûna Te Pîroz Be Hevîya Hezar Salan”, Rojbûna Gele Kurd Pîroz Be” derketin pêş.