SILÊMANÎ – Li navçeya Ranyeyê ciwanan bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li serê çiya agir pêxistin.
Li seranserê Kurdistanê çalakiyên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Duh derengiya şevê li navçeya Ranye ya ser bi navenda Îdareya Raperîn, bi boneya rojbûna Rêber Ocalan, ciwanan li serê çiyan agir pêxistin.
Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer piştî deqeyek rêzgirtinê, daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniya ji aliyê Sîrwan Mihemed ve hatî xwendin de, hate gotin; “Rêber Apo bûye ronahiya jiyanek azad, rojbûna Rêber Apo, rojbûna Gelê Kurde. Em bang li hemû ciwanan dikin, xwedî li Rêber Apo derkevin.”
Ciwanan piştî daxuyaniyê li derdora agir bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re qêriyan.