AMED – Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên ku bi rojan berê dest pê kiribûn dewam dikin. Ciwan pêşengiya pîrozbahiyên bi wesîleya rojbûna Rêberê 4 Gelan Abdullah Ocalan dikin.
Ciwanên Welatparêz bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo duh bi şev li Amedê li Seyrantepe kom bûn û fîşekên hewayî û meşaleyî çalakî pîrozbahî pêk anîn.
Ciwanan diyar kirin ku heta Rêber Apo azad nebe ew ê qadan neterikînin û dirûşmeyên Rojbûna te Pîroz be Ey Serok Apo û Bijî Serok Apo berz kirin.