NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêdûr DÎJLE nivîsand
“… Morî nasekine dixebite. Hebûnek mîna insan bê kar e, eware, şerpeze û belengaz e. Kirine ku bîst û çar saetan her kes ji wan re biçe sujdê, serî xwar bike ji desthilatdariya wan re, ji qudret û zilamiya wan re. Rûşuştî ne! Ew çend bitrî û gewî bûne. Êdî maskeyên xwe daxistine. Ji bo hinekî din û hinekî din qezenc bikin, hinekî din kara xwe zêde bikin her tiştî dikin. Bêperwa çi dikeve ber wan qir dikin, mîna şîpeke har in her tiştî didin ber xwe. Hez û hestên wan tine ne, bêwijdan in! Hawirdor û jîngehê xera dikin, avhewayê qirêj dikin, dar û daristanan talan dikin, jiyan tamsarkî kirin. Bombeya atomî pê de teqandin. Ti tişta dest neavêtinê nehiştin. Keskesor kirin yekreng, çilmisî jiyan û bedewî nema. Xwedawend li bazarê xistin mazatê, çavkaniya jiyanê herimandin.
Çi felaketeke mezin e! Mirov nikare derbarê xwe de bifikire. Nikare ji bo xwe tiştekî bike. Çi felaketeke mezin e.
Niha weke dîrok li ber me ye; gidîşa pirsgirêkan rê girtiye. Lê doh û îro niha dest dane hev. Ji bo paşerojê, ji bo siberojê aso xuya ye, sînorê hêvî û hestan tine ye. Li pêşiya wan tenê em asteng in. Ji bo pêkhatina wan hema tenê piçek namûs, hinekî eşq û aqil divê.
Eger ez bûma, ez ê biçûma gundê xwe, biçûma Çiyayê Cûdî, quntara Çiyayê Cîlo, dewrûbera Gola Wanê, Çiyayên Agirî, Munzur û Çewlikê, keviyên Zê, Dîcle û Firatê, deştên Ûrfa, Mûş û Îdirê. Rêya min bi ku biketa bila biketa. Mîna ez ji keştiya Nûh a ji nava tofana xeternak derketî ez ê daketama. Mîna Brahîm ji Nemrûd, Mûsa ji Firewn, Îsa ji Împaratorê Romayê, Mihemed ji cehaletê reviya ez ê ber bi xwesteka Zerdeşt a cotkariyê û dostaniya heywanan ve biçûma. Min ê bi îlhama ji wan û rastiyên civaka wan bigirta biçûma ser karê xwe.
Ez bi tenê bi şertekî dikarim bijîm: Eger bîst û çar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan têbikoşim. Ji bo kurdekî bi rûmet û bi exlaq ev pîvana man û nemanê ye. Nexwe hebûn û azadî nabe. Ez nêçîrvanê heqîqetê me! Ji bo xweragirî û têkoşeriyê serwextî divê. Ji bo berxwedanê bîrbirin û têgihiştin divê. Em ê zanibin li ku û çawa bijîn. Em ê li bêhnika herî bi kêf û bi tahm serwext bibin. Derew û şaşî jiyanê dirizînin.
Ez ji xwediyên maske û rûpoşan re dibêjim: We maske û rûpoşên xwe daxistin. Binêrin, êdî kîvroşk nareve û tajî ê li pê neçe. Li şûna bi we re û bi peyayên we re heta niqrîska dawî ez ê li hucreya xwe bim. We gelek bi serê mirovahiyê de anî. Nexasim we herî zêde bi serê Kurdan de anî. Lewma li ku dibe bila bibe, li kîjan rojgar û dewranê dibe bila bibe. Ji bo civaka ez dixwazim bibim endamê wê bi gotin û kirinên xwe ez ê heta dawiyê bi hêza zanist, felsefe, etîk û bedewiyê li ser rêya heqîqetê ji bo serketinê bimeşim. Û heqîqeta vê bereketa xwedawendan li her kesî bela bikim…”*
Îsal jî em rojbûneke di nava lepên keftar û çeqelan de diyarî nêçîrvanên heqîqetê, xewna mezin dikin. Îsal jî hêrsa şepêlan li me peyde nebû! Me tengezariyên xwe piffî babirkên xwe nekirin, em nebûn extepot û me xwe bera rûbarokên xwe neda. Qolaç bi qolaç, em negihaştin wê giravê, me notirvanên ecelê yek bi yek nekirin dîlên pençeyên xwe!
Çi felaketeke mezin e ma ne(!) ku mirov nikaribe ji bo roja xwe, xewna xwe tiştekî bike!