MÊRDÎN – 4’ê Nîsanê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şahî û çalakiyên ku bi rojan berê li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê dabûn destpêkirin îro jî berdewam kir.
Ciwan û jinên ciwan ên welatparêz bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek navçeyên Mêrdînê şahî li dar xistin.
Ciwan û jinên ciwan ên welatparêz di pîrozbahiya ku fîşekên hewayî hatin pêxistin de bê navber dirûşmeyên “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Silav Silav ji Îmralîyê re, Hezar Silav” berz kirin.