STENBOL – Di çarçoveya pîrozbahiyên 73. rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên Ewropayê bi coş û moraleke mezin şahî û çalakî hatin lidarxistin.
Bi vê armancê li navçeya Tûzla ya Stenbolê ciwanên welatparêz bi pankarta “Roj li Amara çêbû, li Îmraliyê hiltê” meşiyan. Ciwanên welatparêz ên ku fîşekên hewayî teqandin, timûtim duruşmên”Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne!” slogan avêtin.
Ciwanan Welatparêz daxuyaniyeke nivîskî jî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin.
“4’ê Nîsana 1949’an yek ji rojên pêvajoyek bû ku gelê Kurd bi qirkirinan re rû bi rû ma, hebûna wê jî nehat nîqaşkirin. Rêbertiya me ya ku di rojeke wiha de çêbû, di pirsgirêka hebûn û tinebûnê de çêbû. Rastiya gelê me ya ku bi pêşengiya me pêşketiye û mezin bûye, bi rêxistinbûn, berxwedan û têkoşînê hebûna xwe derxistiye holê.
Em ciwanên Kurdistanê ku bi vê hişmendî û îdiaya 4’ê Nîsanê ya nû pêşwazî kirin, divê careke din li eniyên berxwedanê cihê xwe bigirin û li hemberî hemû êrîşên li dijî gelan biparêzin û bersiva pêwîst bidin van êrîşên dagirker ên faşîst. Weke ciwanên welatparêz divê em bi zanebûna erkên xwe yên weke ciwan û jinên ciwan ên gelê qehreman têbikoşin, zanibin ku em ala di destê gel de ne, dirûşma li ser zimanê wan in, baweriya di dilê wan de ne.
Bi pêşengiya serhildanan re divê em îrade û hêza xwe ya çalakiyê nîşan bidin û heta ku em encam bigirin têkoşînê mezin bikin. Bi vê biryarê em ê bi gotina “Bi Rêbertiya Azad re Kurdistana Azad” xebatên xwe bidomînin.”