NAVENDA NÛÇEYAN – Hate hînbûn ku Mehmet Sevînç ê 28 sal in girtiye û di Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê de ye, di 3’yê Nîsanê de, di saet 3‘yê şevê de li qawîşa xwe ya yek menzelê li ser nivînan bi awayekî li ser hişê xwe çûye hatiye dîtin. Piştî ku Sevînç rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mûstafa Kîrazoglû ya Akhîsarê û ew emeliyat kirine haya malbatê pê hatiye xistin. Îdareya girtîgehê ji malbatê re gotiye gava serê sibehê gardiyanan taştê ji Sevînç re birine, dîtine ku Sevînç bi awayekî li ser hişê xwe çûye li ser nivînan dirêj kirîbûye û paşê ew rakirine nexweşxaneyê.
REWŞA WÎ GIRAN E
Piştî îdare haya malbatê pê xistiye, malbat jî duh danê nîvro ji Kocaeliyê çûye nexweşxaneya Akhîsarê û hîn bûye ku qeyda nexweşxaneyê ya Sevînç di 3’yê Nîsanê de di saet 03.50’yê şevê de hatiye çêkirin.
Sevînç, di beşa awarte ya nexweşxaneyê de ye û rewşa wî giran e. Keça wî Berîvan Sevînç diyar kir ku ev bûyereke bi guman e û got: “Gava em çûn nexweşxaneyê, me pirsa bijîşkên wî kir. Li beşa lezgîn kesî tiştek ji me re negot. Me jî rastgele navê bavê min ji bijîşkekî re got û me jê pirsî bê ka haya wî jê heye yan na. Bijîşk jî ji me pirsî, “girtiyê li girtîgehê xwîn çûye ser mêjiyê wî?” Me jî pirsî, ‘Qey xwîn çûye ser mêjiyê wî?’ Bijîşk jî got, “belê.” Piştî vê em şandin cem bijîşkê ku ew emeliyat kiriye. Bijîşkê ku bavê min emeliyat kir, got li girtîgehê wisa bûye û ew emeliyat kirine û rewşa wî giran e. Ji xeynî vê tu tişt ji me re negotin. Îro min xwe avêt bextê bijîşkekî din ê ketibû emeliyata wî. Min jê re got, min ji zû de bavê xwe nediye û dixwazim cara dawî wî bibînim. Bijîşk got, ‘Temam deqekê du deqeyan dikarî bibînî.’ Min ji vî bijîşkî jî pirsî, got wî ewilî mudaxile kiriye û got, ‘an ketiye an jî derb xwariye. Yan na ev tişt xwe bi xwe wisa çênabe.’ Min pirsî bê ka dewsa derban hebûye yan ne. Tenê got, ‘Me nikaribû xwînê bisekinîne.’ Ji ber ku leşker ji nişka ve ketin hundir û em derxistin, min nedît bê ka bavê min derb xwariye yan na. Leşkeran nehişt bijîşk tiştekî ji me re bibêje.”
Sevînç destnîşan kir ku şik û gumanên wan hene û agahiyên li hev dernayên hene û xwest ev bûyer bê zelalkirin.