Vê êvarê, li Efrînê şerekî dijwar di navbera du komên çeteyên bi navê Feyleq El-Şam de yên girêdayî arêtşa Tirk a dagirker de rû dide.
Çavkaniyan da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama şer de 5 kuştî û birîndar hene. Her wiha gelek hawin li malên sivîlan gund ketine.
Heman çavkanî destnîşan kir di van kêliyan de li gundê Meydankê di navbera çeteyan de şerekî dijwar bi çekên giran, navîn û doçkeyan rû dide. Sedema şerê di navbera çeteyan de der barê parvekirina madeyên xwarinê li ser malbatên çeteyan e.
Heta vê kêliyê şer berdewam e.