GEVER – 4’ê Nîsanê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şahî û çalakiyên ku bi rojan berê li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê dabûn destpêkirin îro jî berdewam kir.
Ciwan û jinên ciwan ên welatparêz bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Geverê şahî li dar xistin.
Ciwanên Welatparêz saetên dereng ên şev de daketin qadan û fîşekên hewaî ve pîrozbahî pêk anîn.