STENBOL – Pîrozbahiyên bi wesîleya 73. Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi coş û moraleke mezin tên lidarxistin. Ciwanên welatparêz û jinên ciwan pêşengiya çalakî û pîrozbahiyan dikin.
Ciwanan pîrozbahiyên ku beriya 4’ê Nîsanê dest pê kiribûn, didomînin. Ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên welatparêz li navçeya Arnavutkoyê ya Stenbolê bi awayekî hemwext li 6 nuqteyên cuda pîroz kirin. Ciwan û jinên ciwan ên bi fîşekên hewayî pîroz kirin bi coşeke mezin tevlî gel bûn.
Ciwan û jinên ciwan careke din diyar kirin ku heta ku Rêberê gel azadiya xwe ya fîzîkî pêk bîne dê li qadan bin.