AMED – Ciwanên welatparêz rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku weke rojbûna xwe dibînin bi coşeke mezin pîroz dikin.
Ciwanên welatparêz ên ku bi çalakiyên xwe yên pîrozbahiyê li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê pêşengî kirin, li her qadê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan qîriyan.
Li taxa Seyrantepe ya Amedê şahiyek din hate lidarxistin. Ciwanên welatparêz di pîrozbahiyê de bi fîşekên hewayî gelek caran dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.