KOBANÊ – Li Kobanê pêngava paqijiya hawirdorê destpê kir. Bi pêşengiya Zanîngeha Kobanê û bi beşdariya xwendekar, mamoste û karmendên zanîngehê pêngav tê meşandin.
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê, li sê taxên Kobanê belav bûn û wê li 48 kolanan, her wiha li daristana bajêr û navenda bajêr paqij bikin.
Beriya destpêkirina pêngavê Berdevkê Meclîsa Xwendekaran a Zanîngeha Kobanê Diyar Hemê daxuyaniyek da.
Diyar Hemê diyar kir ku yek ji taybetmendiyên Şoreşa Rojava ew e ku girîngiyê dide parastina çand û xwezayê û got, “Xwezaya paqij, bajar û welatê me bedew û dewlemend dike.”
Diyar Hemî bi bîr xist ku demeke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya paqijî û çandina daran bi rê ve diçe û ji her kesî xwest ku ji mala xwe dest pê bikin û derdora xwe paqij bikin, bi çandina daran bixemilînin.