STENBOL – Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên welatparêz pêk tên dewam dikin.
Ciwanên welatparêz ên ku bi şahî çalakiyên xwe yên pîrozbahiyê li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê pêşengî kirin, li her qadê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan qîriyan.
Ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên welatparêz ên li navçeyên Buyuk Çekmece û Avcilarê yên Stenbolê bi coşeke mezin 4’ê Nîsanê bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Ciwanan gelek caran bê navber siloganên “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok Apo”, “Be Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.