HESEKÊ – Nûçegihanê me ji herêmê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker duh saet 11’ê şevê herêma Zirgan a kantona Hesekê û gundewarên wê yê bakur topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê aliyê bakurê navçeyê û gundê El-Esediyê yê bakur topbaran kir û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn û ziyanên madî giha mal û milkên welatiyan.
Li gorî sicilên nexweşxaneyên gel yên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê ku birîndar pêşwazî kirine, kesên birîndar ji malbata El-Zahîr in û navên wan jî wiha ne: Mehmûd El-Zahîr (42), Berai Mehmûd El-Zahîr (16 ), Nercês Mehmûd El-Zahîr (15) û Şefaq Mehmûd El-Zahîr( 9 ) û xizmê heman malbatê Înas Îsmaîl El-Xelef (17).