NAVENDA NÛÇEYAN – Mehmet Sevînç ê ku 28 sal in girtî ye, li Girtîgeha Akhîsarê ya Manîsayê hate qetilkirin. Li gorî îddîayan di 3’ê Nîsanê de saet di 03.00’an de dema gardiyan çûne qawîşa yekodeyî dîtine ku Sevîn xeriqiye. Piştî ku Sevînç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûstafa Kîrazoglû ya Akhîsarê derket holê ku xwîn ketiye ser mejiyê wî û ew emeliyat kirin.
Malbat bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ye. Saet di 11.00’an de leşkeran agahî dan malbatê ku Sevînç jiyana xwe ji dest daye. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sevînç rakirin morgê.
‘BAVÊ MIN XISTIN ODEYA YEKKESÎ Û EW KUŞTIN’
Keça wî Bêrîvan Sevînç agahî da Ajansa Mezopotamyayê û got “Bavê min xistine hucreya yekkesî û ew li wir kuştine. Tu agahiyê nadin me. Em nizanin çima hatiye kuştin û çi hatiye serê wî. Ne bijîşkan lê leşkeran agahiya mirinê dan me.”